23 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ANKARA
Li Enqereyê di operasyona ku hat lidarxistin da 11 mensûbên PKKya rêxistina terorê yên hat tespîtkirin hewl didan beriya hilbijartina sibê çalakiyan li dar bixin, hatin qefaltin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hildan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 19 kesên da biryara binçavkirinê da. Hat tespîtkirin ku wê beriya hilbijartina 24ê hezîranê û wextê hilbijartinê çalakiyên provakatîf li dar bixistina.
Ji gumanbaran 11 kes bi operasyona hêzên ewlehiyê li navnîşanên wan hatin binçavkirin.
Hat tespîtkirin ku gumanbarên binçavkirî di mijara çalakiyên provakatîf da rê li ber şexs û koman xistine.