İbrahim Atmaca
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê tê texmînkirin ku germa hewayê ya herî zêde bi 30 pileyî va li Tunceliyê be.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Tê texmînkirin ku hewa serê sibê kêmewrayî, sayî û bi demê ra ewrsayî be, piştî nivro jî li rojhilata Agiriyê tavî û teyrok çêbe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 4, li Qersê 5, li Erziromê 8, li Agiriyê 9, li Erzincanê 12, li Tunceliyê 15, li Îdirê 17 pile hat pîvan.
Li gor texmînê di nav rojê da germa hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 30, li Erzincan û Îdirê 27, li Agiriyê 26, li Erziromê 24, li Qersê 21, li Erdexanê 20 pile be.