İbrahim Atmaca
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbe.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa danê sibê ewrsayî û paşê wê pir ewrayî be, ji nîvro pê va heta êvarê tavî û teyrok tê payîn.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 4, li Erdexanê 5, li Agirî û Erziromê 6, li Erzincanê 9, li Tunceliyê 11, li Îdirê 13 pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde jî wê li Îdirê 29, li Tuncelî û Erzincanê 27, li Agiriyê 23, li Erziromê 22, li Qers û Erdexanê 21 pile be.