24 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
VAN (AA) - Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û bager di jiyanê da tengasiyan derdixe.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berfê ku destê sibê dest bi baranê kir xêncî rêbeja Wan-Baxçesarayê hat girtin, wek mayîn rêyên din vekirî ne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên paqijkirina berfê xebatên xwe didomînin, ji ber wesayîtên ku xwediyên wan şaş parqkirine car caran xebat paşda dimînin.
- Rêbeja Wan-Baxçesarayê hat girtin
Li gor agahiyên ku ji rayedarên rêbejê hatin sitandin, ji berfa ku destê sibê dest bi baranê kir û bagera ku rabû rêbeja Wan-Baxçesarayê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên Şantiyeya Gorentaşê ya girêdayî Şeftiya Şaxa 111î a Midûriyeta Herêma Wanê a 11î ya Rêbejê ji ber ku ji bager û mijê pêşiya xwe nabînin li Gêdugê Karabetê ya ku bilindahiya wê 3 hezar metre ye xebatên xwe dan sekinandin.
Hat gotin piştî ku berf û pûk bisekine wê xabetên paqijkirinê dewam bike.
- Bitlîs
Midûrê Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan ragihand ku ji ber berf û pûkê li navend û navçeyan rêya 324 gundan hat girtin û ji bo paqijkirina rêyan ekîbên rê paqijkirinê hewl û xebatên xwe didomînin.
Ekîbên rêbej û şaredariyê li navenda bajêr kuçe û kolanan paqij dikin.
- Mûş û Hekarî
Li Mûşê jî ji ber berfê li navend û navçeyan rêya 5 gundan hat girtin û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rê dixebitin.
Li Hekariyê jî ji ber berfê rêyeke girtî tuneye.