İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
VAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê seba 4 bajaran hişyariya qeşa, cemed û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li hemû herêmê hewa pirewrayî, Mûş û navçeyên bakurê Wanê ne tê da, cî bi cî berf wê bibare.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be.
Bi şev germa herî kêm di bin sifirê da li Hekariyê 10, li Mûşê 7, li Wanê 6 û li Bitlîsê 8 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 3, li Mûşê 2, li Bitlîsê pileyek û li Hekariyê sifir pile tê payîn.
Li ser Gola Wanê hewa wê pirewrayî be û şilope bibare.
Ji ber ku li Wan, Mûş, Hekarî û Bitlîsê qeşa, cemed û şepe tê payîn, welatî hatin hişyarkirin.