22 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê ser Çiyayên Amanosê bi terorîstên PKKyî ra pevçûn derket û çawîşekî pispor di pevçûnê da şehîd bû.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li ser Çiyayên Amanosê texma ocaxa keviran terorîstan sabotaj kir û pişt ra di navbera tîmên operasyonê û terorîstan da pevçûn derket.
Di pevçûnê da çawîşekî pispor birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê, lê digel hemû midaxaleyan şehîd ket.
Hat ragihandin ku li dijî terorîstan operasyon dewam dike.