07 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
BURSA
Li ser rêbejaya Bursa-Enqereyê li tanga Mezîtlerê otobêseke rêwiyan welgeriya û li gorî encamên ewil 6 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 16 KT 064 e, li tanga Mezît-7ê ji çivê nebihurî û welgeriya refujê.
Gelek ambulans û tîmên agirkujî û hawarçûnê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Li gorî encamên ewil di qezayê da 6 kes mirin, hejmarek zêde birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Eşkere bû ku di otobêsê da kesên ji Sendîkaya Turk Metalê yên ku diçûn çalakiya Roja Jinan a li Enqereyê hebûn.
Hat ragihandin ku piraniya rêwiyan, endamên jin ên Şaxa Bursayê ya sendîkayê ne.