20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Saziyên derecedanîna krediyê li ser sparîşan xwe lê datînin ku notê bidin Tirkiyeyê. Bira qusûrê mêze nekin, bona Tirkiyeyê ji van yek jî derbasdar nîne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Fînansmana Projeyên Nexweşxaneyan a Îzmir û Kocaeliyê ku li Kuliyeya Serokomariyê hat çêkirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir ku li pey hedef û armancên xwe diçin û wiha got: "Li her çar aliyê me şer jî hebe, qeyran jî hebe, em li ser hedefên xwe dixebitin û ber bi hedefên xwe ve diçin, em ê herin jî."
Erdogan diyar kir ku li ser siparişan dixwazin notê bidin Tirkiyeyê û wiha got: "Saziyên derecedanîna krediyê li ser sparîşan xwe lê datînin ku notê bidin Tirkiyeyê. Bira qusûrê mêze nekin, bona Tirkiyeyê ji van yek jî derbasdar nîne."