19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê "Meşa Em Li Dijî Terorê Yekdeng û Yekdil in" hat lidarxistin. Welatî bi alaya Tirkiyê va beşdar bûn û êrîşên PKKya rêxistina terorê şermezar kirin.
Meş bi pêşengiya Nûnertiya Memûr-Senê ya Şirnexê hat kirin û welatî ji navenda Şirnexê û ji navçeyên Silopî û Îdilê jî hatin beşdar bûn
Welatî li kuçeya Sanatê ya li taxa Dîcleyê civiyan. Jin zar, kal û pîr bi alaya Tirkiyê va duruşmeyên wek "Welat ji bo te canê min feda", "Destê ku dirêjî polês, eskeran dibe bila bişkê", "Tirk û kurd bira ne, PKK qelleş e."
Nûnerê Şirnexê tê Memûr-Senê yê Buroyê Mehmet Akdeniz piştî xwendina Quranê li ser navê welatiyan daxuyanî da û got ku li Tirkiyê tirk, kurd, ereb, çerkez, laz her kes yek e û pêkva ye û wiha dewam kir:
"PKKya rêxistina terorê dixwaze vê biratiyê perçe bike, êrîşî mirovên me yên bê sûc û guneh doke, êrîşî leşkerên me yên ku dawiya destûrê dixwaze û dertê derva dike. Hedefa rêxistinên terorê têkbirina millet û dînê me ye. Em hemû rêxistinên terorê lanet dikin."