29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
SÎNOP
Li Sînopê otobêsa rêwiyan ji kendal da çû xwarê û li gor agahiyên ewil 3 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê otobêsa rêwiyan a bi plaqeya 57 AS 376 ku ji Stenbolê ber bi Sînopê va diçû, li texma Başekîna gundê Sarayduzuyê, pêşiyê li bariyeran qelibî û peyra ji kendalê ku qederê 10 mêtro ye da çû xwarê.
Piştî qezayê cendirme, tîmên tenduristî û xilaskirinê çûn ciyê bûyerê.
Hat diyarkirin ji ber berfê tîm bi zorê gihîştin ciyê bûyerê.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 3 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn û xebatên li ciyê bûyerê dewam dikin.