18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ÎDLÎB
Li Sûriyeyê di êrişên esmanî yên ku li Îdlîb û Helebê hat kirin de piraniya wan zarok 15 sivîl hatin kuştin.
Ferras Cundiyê Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Sûriyeyê ya Berwext daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got: "Maaret Hermaya herêma ku dikeve başûrê Îdlîbê vê serê sibê ji aliyê balafirên Rûsyaya va hat lêdan. Êriş li malan hat kirin û jê 9 zarok yek jin bi tevahî 10 kes hatin kuştin."
Navenda Parastina Sivîlên Helebê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku li bajarokê Um Kubrayê jî 5 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş ji aliyê balafirên Rûsyayê bi 'bombeyên vakûmê' va hatiye kirin.