Fatih Gazioğlu
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
VAN Li Çaldirana navçeya Wanê 2 ton û 300 kîlogram masiyên kefal ên ku bi qaçaxî hatine girtin, hatin bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê xebatên xwe yên parastina masiyên kefal ên Gola Wanê ku di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da girtina wan qedexe ye, dimeşînin.
Ekîbên cendermeyên navçeyê di kontrola li ser rê da 2 kamyon dan sekinandin û kamyon kontrol kirin û 2 ton û 300 kîlogram masiyên kefal bi dest xistin.
Ekîban li gorî Qanûna Berhemên Avê 7 hezar û 932 lire cezayê pere li berşikan birî. 15 roj qedexeya trafîqê danîn ser herdu kamyonan.
Ekîban masiyên bidestxistî teslîmî Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya Navçeyê kirin.