10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
ANKARA
Komeke nêzî hezar kesî ya ku ji malbatên xazî û şehîdan pêk tê li ber derê Balyozxaneya Enqereyê ya Almanyayê civiya.
Koma ku di destê wan de alayên tirkan û pankartên ku li serê "Merkel şaş nebe, sebra me xilas neke", "Terorê ku hûn xwedî dikin dê we gez bikin" û "Almanya piştgirî nede xaînan" nivîsîbû daxuyaniya çapemeniyê da.
Serokê Konfederasyona Malbatên Şehîdan û Parêzvanên Gund ên Anadoluyê Ziya Sozen daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ji bo ku helwesta Almanyayê ya dijminane ya dijî Tirkiyeyê protesto bikin kom bûn û got ku "Dewleta Komara Tirkiyeyê bi êrîşên herî tund û berfireh ên dîroka xwe re rû bi rû ye û di rewşeke wiha de kes nikare li bendê bimîne ku em li aliyekî bêdeng û bêbertek bisekinin."
Sozen diyar kir ku ne bi armancake siyasî hatin bal hev guh dan dengê wijdana xwe û wisa hatin bal hev û got ku "Em dibînin û dizanin ku welatê me ji derve û hûndir bi awayekî eşkere di bin êrîşê de ye. Ev rewş di me de û hemû gelê me de dibe sedema înfialeke mezin."