Nihat Kavşut
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
ADANA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê mirinên ji ber hişbirê çêdibin da destnîşan kir di sala 2017an da jimara mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev jimar daketiye 228an."
Soylu di "Civîna Lijneya Kordînasyona Bajêr ya Xebatên Dijî Hişbirê" da axivî ku bi destê Ajansa Pêşketinê ya Çukurovayê va hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê mirinên ji ber hişbirê çêdibin da destnîşan kir di sala 2017an da jimara mirinên ji ber hişbirê 941 bû û niha ev jimar daketiye 228an."
Suleyman Soylu diyar kir rêxistinên terorê hişbirê difiroşin û çekan dikirin û wiha got: "Bi taybetî li Ewropayê ji sedî 80 ticareta hişbirê di destê PKKyê da ye û tê gotin ku rêxistin salane derdora 1,5 milyar dolarî da ji hişbirê pere qezenc dike."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir gorî 10 mehên ewil yên sala par di 10 mehên ewil yên îsal da hejmara operasyonên dijî hişbirê ji sedî 29 zêde bûye û got hejmara kesên girtî jî ji sedî 8,5 zêde bûye û derketiye 19 hezar û 466an.
Soylu destnîşan kir bi taybetî dijî kesên ku li kuçe û kolanan hişbirê difiroşin di nav xebateke girîng da ne û got îsal 19 hezar û 466 kes hatine girtin û jê 16 hezar û 603 kes li kuçe û kolanan hişbir firotine.
Suleyman Soylu di berdewamiyê da wiha got: "Amerîka 5 hezar, 10 hezar û 15 hezar TIR çek dide PYDyê û terorîzmê ava dike, ez bi eşkereyî dibêjim, ev çi be hişmendiya ku dixwaze Tirkiyeyê bike hedef û guzergeha hişbirê jî eynî ne. Ev dijî nifş û medeniyeta me terorîzm e."