Nihat Kavşut
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş der barê biryara Amerîkayê ya ji bona serkirdeyên PKKyê da wiha got: "Beriya her tiştî hewldana ku PKKyê wekî rêxistina terorê qebûl dike û PYDyê jî wekî rêxistineke meşrû nîşan dide durûtî ye û ev nayê fehmkirin."
Kurtulmuş di bernameya ku bi destê Komeleya Weşangerên Anadoluyê hat lidarxistin da bi nûnerên medyayê ra hat bal hev û li vir axivî.
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurtulmuş der barê biryara Amerîkayê ya ji bona serkirdeyên PKKyê da diyar kir ku biryarê erênî dibînin û wiha got: "Beriya her tiştî hewldana ku PKKyê wekî rêxistina terorê qebûl dike û PYDyê jî wekî rêxistineke meşrû nîşan dide durûtî ye û ev nayê fehmkirin."
Kurtulmuş der barê nîqaşên li ser azana bi Tirkî da wiha axivî: "Bira dev ji xeyalên xwe yên tarî berdin. Meseleya azana bi Tirkî di hiş û hafizeya vî gelê ezîz da wekî bûyereke qirêj cî digire û naxwaze bi bîr jî bîne."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurtulmuş der barê kuştina Cemal Kaşikçi da jî wiha got: "Ev mijara ewlehiya hecê jî dike talûkeyê. Li cem Misilmanan wê Erebistana Siûdî tenê bihêle."