01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
İSTANBUL
Ji ber mij û moarana zêde ya li Stenbolê seferên keştiyan û yên hin balafiran hatin sekinandin

Li gor daxuyaniya Xeta Bajêr ya Vapûran û Otobêsên Deryayê seferên di navbera Emînonu-Adalar, Emînonu-Kadikoy, Beşîktaş-Kadikoy, Emînonu-Uskudar, Uskudar-Eyûb ji ber mija zêde nayên kirin.
Herwiha seferên di navbera bajarên nêz ên wek Bûrsa û Yalovayê jî nayên kirin.

Ji aliyekî din ve Hewapeymaya Tirkiyê, ragihand ku hin seferên ji Balafirgeha Sabiha Gokçenê ji ber mijê hatine betalkirin.