26 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama ku bi munasebeta Hefteya Serfiraziyê weşand da diyar kir ku miletê tirk bi Serfiraziya Melazgirtê ya 1071ê da digel hemû zor û zehmetiyan dest bi qezenckirina serfiraziyên ji bo welêt û alayê kirin û bi avakirina Komara Tirkiyeyê va ev yek jî serfiraziya herî dawîn birin serî.
Serokomar Erdogan sedema pîrozkirina Hefteya Serfiraziyê ya bi saya Tearûza Mezin a deriyê Anadoluyê li milet vekir û nîşanî çar aliyê dinyayê da ku ew milet bindest najî bi bîr xist û wiha pê da çû: "Miletê me yê ku bi Serfiraziya Melezgirtê Anadolu ji xwe re kir war seranserê dîrokê ji yekîtî û bihevratiyê xwe tawîz neda û gelek serfirazî qezenc kir, di şerê li Çanakkale û Îstiqlalê da destana egîtiyeke bêhempa nivîsî û ji hemû miletan ra bû mînak û pêşeng."
Di peyamê da Serokomar Erdogan ji bo Serfiraziya 30yê Tebaxê ya ku beriya wê dihat xwestin miletek ji holê bê rakirin, bi bîr xist û got ku bi vê serfiraziyê vî miletê hanê nîşan da ku ji bo ala û welêt ji tu fedakariyê paşve namînin û nîşaneya herî mezin a vê baweriyê jî ev serfiraziyên li pêş çav in.