18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
GAZÎANTEP
Li Gazîantebê minîbusa ku li berpalê berjêr dibû û li gor îdiayê frena wê xerab bibû, li kesên rûniştî qelibî. Di qezayê da 3 kes mirin, 7 kes birîndar bûn.
Li navçeya Şehîtkamilê, taxa Hacibabayê minîbusa ku plaqa wê 72 BA 974 e û şofêrê wê Veysel B. ye dema ku ji berpala kuçeya Şehîd Sînan Înce berjêr bûye, pêşiyê li dîrega ceyranê ketiye paşê li kesên rûniştî qelibiye, ser kêlekê wergeriyaye û 25 mêtre gindirî ye û paşê sekiniye.
9 birîndarên ku di binê minîbusê da man, bi alîkariya welatiyên derdorê hatin derxistin û bi ambulansê ew rakirin nexweşxaneyan.
Di qezayê da Hasan Yavuz li cihê bûyerê, Nazîre Tutuncu û Filîz Yavuz jî li nexweşxaneyê mirin.
Polêsan rêya ketin û derketina taxê girt û li cihê bûyerê lêkolîn kir.