28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Rêkeftina normalkirina pêwendiyên Tirkiye-Îsralê ji hêla tirkan va hat îmzekirin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên dîplomatîk hat wergirtin, Misteşarê Wezareta Karên Derva Ferîdûn Sinirlioglu di saet 11.00ê da li wezaretê bêyî amadebûna çapemeniyê îmzeya xwe avêt rêkeftina ku di encama mizakereyên ligel Îsraîlê da derket holê.
Herdu alî jî li navendên xwe îmze davêjin deqê rêkeftinê û li ser navê Îsraîlê jî Dîrektorê Giştî yê Wezareta Karên Derva Dore Goldê li Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê îmzeya xwe bavêje deqê rêkeftinê.
Serokwezîr Bînalî Yildirim ragihandibû piştî ku Misteşarê Wezareta Karên Derva Sinirlioglu û mixatabê wî yê ji Îsraîlê deqê rêkeftinê îmze kirin û bi şûnda pêvajoya pesendkirinê dê dest pê bike, herwisa dema ku kabîneya Îsraîlê û TBMMyê deq pesend kirin dê dualî balyoz bên tayînkirin.