13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
DERA
Hat ragihandin ku mûxalifên sûriyeyî piştî şer û pevçûnên dijwar, hêzên rejima Beşşar Esed ji navenda bajarê Derayê derxistin.
Fermandarê Eniya Başur a muxalifên Sûriyeyê Mihemed Yusif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejima Esed bi top û moşekan êrîşî ser bakurê Derayê û bajarokên Menşia û Dera el-Beledê kir û encamê êrîşan da li Menşîayê 3 sivîl mirin gelek kes jî birîndar bûn.
Yusif destnîşan kir ku hêzên Esed xwestin ber bi Menşîayê va bên û li ser vê di navbera muxalif û rejima Esed da şerek dijwar qewimî û muxalifan rê neda hêzên Esed.
Di berdewamiya axaftina xwe da Yusif got ku li herêma şer lê dewam dike da gelek eskerên rejimê hatin kuştin, 3 tank û tunelên îkmalê yên rejimê jî hatin îmhakirin.
Li Sûriyeyê bajarê Derayê wek bajarê şoreşê lê dest pê kir tê zanîn. Li bajêr piştî ku Hemze el-Xatibê 13 salî ji hêla rejima Esed bi îşkenceyê hat kuştin çalakiyan dest pê kir û belavî li çar aliyê welêt bûbû.