Önder Beyter
12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ANKARA
Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) Peyka Kaşifa Tavê Parker şand fezayê.
Di daxuyaniya NASAyê da hat ragihandin ku peyk bi şev bi dema herêmê di saet 00:33yan (li gorî dema Tirkiyeyê 10:33) da ji Baregeha Fezayê Cape Canaveral a li Floridayê hat agirkirin.
Wesayîta fezayê ku bi qasî otomobîlekî mezin e û bi rokêtê Delta 4 a fîrmaya Boeingê va şandin fezayê, ji ber kêmasiyeke teknîkî agirkirina wê ku divê duh serê sibehê bihata kirin, taloqî îro kiribûn.
Wesayîta keşfê ku dê 6,16 milyon kîlomêtro nêzîkî rûyê tavê bibe, dê bibe ew alavê ku bi destê însan hatiye çêkirin ku heya roja îro herî zêde nêzîkî tavê dibe. Herwiha tê pêşbînîkirin ku leza peykê dê li fezayê derkeve 690 hezar kîlomêtroyî. Ev peyk dê der heqê atmosfera solar da zanyariyan berhev bike.
Wesayîta fezayê dê di dema fealiyeta keşfê da ya di rêgeha Tavê da dê di bin tesîra hezar û 370 pile germahiyê da bimîne. Mertalê tîrêjan karbon kompozît ku 12 santîmêtro sitûr e û li hemberî bandora radyoaktîf a Tavê xurt e, dê tîrêjan bibire ku bi vî awayî germahiya wesayîtê dê di 30 pileyî da bimîne.
Peyk dê fealiyetên xwe yên kewşê yên di rêgeha Tavê da 7 salan bidomîne û herwiha wisa tê plankirin ku peyk di nava van 7 salan da dê 24 caran li dora tavê bizivire.
Pêderxistina raza lezgirtina bayê tavê, herikîna domdar a madeyê ya ji stêrkê û herwiha germahiya pir zêde ya di koronayê da, di nava peywirên wesayîta fezayê da ne.
Zanyar destnîşan dikin ku bi xêra mertalê tîrêjbir, peyk dê di peywira xwe da bi ser bikeve.