İbrahim Atmaca
25 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Ji serokwezîrên berê Necmettîn Erbakan di 7emîn salvegera wefata wî da li ser qebra wî merasim hat kirin û hat bibîranîn.
Komeleya Cîhannumayê û Navenda Aborî û Lêkolînên Civakî (ESAM) ji bo 7emîn salvegera mirina Erbakan çalakiya bibîranînê li dar xist. Di çarçoveya çalakiyê da pêşiyê li Mizgefta Merkez Efendî ya Zeytînburnuyê nimêja sibê hat kirin.
Piştî nimêjê grûb çû Goristana Merkezefendiyê ya Zeytînburnuyê û li ser qebra Erbakan Qur'ana Pîroz xwend û dia kir.
Piştî diayê şorbe dan kesên ku beşdarî çalakiyê bûn.