Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku di mazûvaniya Tirkiyeyê da li Stenbolê bi beşdariya Tirkiye, Rûsya, Fransa û Almanyayê va tê lidarxistin, destpê kir.
Di civînê da rewşa Îdlibê ya piştî lihevkirina Soçiyê di serî da li ser rûdanên giştî yên li qadê û pêvajoya çareseriya siyasî wê bê sekinandin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mazûvaniya civîna çaralî ya ku li Qesra Vahdettînê tê kirin, dike.
Di Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel cih digirin.
Ji alî Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji alî Rûsyayê Wezîrê Parastina Neteweyî Sergey Şoygu û Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov, ji alî Almanya û Fransayê jî şêwirmendên taybet û nûner beşdarî civînê bûn.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura û nûnerên "koma biçûk" a ku Platforma Astanayê li Cenewreyê ava kiribû cara ewil wê di vê civînê da bên bal hev.
Di Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da mijara sereke xurtkirina agirbesta li Îdlibê ye û hewlên hevpar ên ji bo çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyeyê tên dayîn jî di rojevê da cih digirin.
Rûdanên li qadê diqewimin, rewşa Îdlibê ya piştî lihevkirina Soçiyê û pêvajoya çareseriya siyasî ya ku di platformên Astana û Cenewreyê da hatin dayîn jî mijarên sereke yên civînê ne.
Tê payîn ku di dawiya Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da bi hewlên şirîkatî ji bo qeyrana li Sûriyeyê çareseriyek bê dîtin û lîderên herçar welatan jî danezaneke hevpar qebûl bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da wiha got: "Di serî da xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye. Ez bawer im ku bi nêrîneke ji dil û erênî em ê hereket bikin û van hêvî û daxwazan em ê bi cî bînin."
Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku di mazûvaniya Tirkiyeyê da li Qesra Vahdettîn tê lidarxistin destpê kir.
Di civînê da qismeke axaftina Serokomar Erdogan ji çapemeniyê ra hat vekirin.
Erdogan di axaftina xwe de got ku ew bi mazûnaniya serokan ya li Tirkiyeyê gelekî kêfxweş e û wiha axivî:
"Civîna me ser xêrê be. Di serî da xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî niha çavê hemû dinyayê li vê civînê ye. Ez bawer im ku bi nêrîneke ji dil û erênî em ê hereket bikin û van hêvî û daxwazan em ê bi cî bînin. Di îstîşareyên me yên bi birêz Pûtîn re meseleya Sûriyeyê mijara me ya sereke bû. Em bi Macron û Merkelê ra jî axivîn û der barê pevajoyê jî me ew agahdar kirin."