ANKARA
Li hember hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji roja pêşî vir va bi bangewaziya Serokomar Erdogan 'qadan vala nahêlin' li 81 wîlayetê Tirkiyeyê nobedariya demokrasiyê digirin.
Bi dû teşebusa darbeyê ya FETO ra, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim gel dawetî kolanan kiribûn. Welatî bi pîr û kalan bi mezin û biçûkan alaya tirkî girtin destê xwe û Meydana Kizilaya Enqereyê tijî kirin.
- Stenbol
Li taxên cuda yên Stenbolê "nobedariya demokrasiyê" ya piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hat destpêkirin, bi beşdariya bi hezaran welatiyan dewam dike.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim gel dawetî kolanan kiribûn. Nobedariya demokrasiyê ya ku ji 15ê tîrmehê virda hat destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya çalakiyan da Koma Mehterê konser da, welatiyan bi alayan bertek nîşan da. Xebatkarên ÎSPARKê jî pankarteke ku li ser "Tu meraq neke reîs, em di nobetê da ne" vekir.
Welatiyên ku li Kisikliyê "nobedariya demokarsiyê" dikin, nimêj û dia kirin.
Welatiyên ku li ser avahiya li Kisikliyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan heta serê sibê nobet girt, bi banga mela re çûn Mizgefta Abdullah Aga, li vir nimêj û dia kirin.

- Enqere
Li Kizilayê protesto didomin
Welatiyan alaya Tirkiyeyê girtin destê xwe û bi mebesta protestoya hewldana darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dîsan Meydana Kizilaya Enqereyê tijî kirin.
- Hekarî
Hekarî 10 roj e berteka xwe didomîne
Li Hekariyê welatî 10 roj e nobeda xwe ya "demokrasiyê" ya ji ber hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didomînin.
Welatiyên ku li qada pêşiya Walîtiyê nobeda xwe berdewam dikin, seba şehîdên rûdanê dia kirin.
- Elazig
Li Elazigê welatî bertek nîşanî hewldana darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) didin û li vir xwendekarên Zanîngeha Firatê yên ji Azerbeycanê jî piştgirî dan welatiyan.
- Diyarbekir
Li Diyarbekirê welatî nobeda xwe ya "demokrasiyê" ya ji ber hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didomînin.
Bi hezaran welatî li Park Ormana li navçeya Kayapinarê civiyan, bertek nîşanî hewldana derbeya FETO dan, alaya tirk, filistîn û tewhîdê vekirin û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hilgirtin.
- Bitlîs
Li navenda Bitlîsê û navçeyên wê "nobeda demokrasiyê" ya ku welatiyan piştî hewldana derbeya FETO dan destpêkirin, berdewam e.
Piştî hewldana derbeyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Bitlîsê welatî li pêşiya AK Partiyê kom bûn, digel alaya tirkan dirûşm berz kirin û hewldana derbeyê protesto kirin.
- Wan
Li Erdîş û Çataka navçeyên Wanê "nobeda demokrasiyê" ya ku welatiyan piştî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dan destpêkirin, berdewam e.
Piştî hewldana derbeyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, welatî li pêşiya Serokatiya Navçeyê ya AK Partiyê kom bûn, digel alaya tirkan dûrişm berz kirin û hewldana derbeyê protesto kirin.
Qaymeqamê Çatakê Haci Asim Akgul beşdarî nobeda demokrasiyê bû û di axaftina xwe ya li vir da destnîşan kir ku di êvara 11emîn da jî xelkê Çatakê nobed neterikand û li ser piştgiriya xwe ne.
- Kilîs
Li ser gaziya Parêzgeh û Şaredariya Kilîsê bi hezaran kesên ku di nava wan da sûrî û filistînî jî hene, digel alayên tirkan li Qada Komarê civiyan, li hemberî hewldana derbeyê dûrişm berz kirin û tekbîr anîn. Li deverên cuda cuda yên bajêr, ajovan kom bûn û konvoy çêkirin.

- Adiyaman
Li Adiyamanê bertekên dijî hewldana derbeya FETO berdewam in.
Qedera 40 hezar kesê ku li qada pêşiya avahiya Parêzgehê kom bû, helwesta xwe didomîne. Welatî dîsa berêvarê kom bûn, digel alayên tirkan û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li qadê hewldana derbeyê protesto kirin.
- Bîngol
Welatiyên ku Kolana Gencê ya Bîngolê civiyan alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û bi dirûşmeyan bertek nîşan dan.
Kal û pîrên ku ji roja ewil vir da nobeda demokrasiyê digrin diyar kirin ku ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, milet û dewletê derketine kûçe û kolanan.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê welatiyên ku bi alayên Tirkiyeyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê civiyan bi pankartên ku kurmancî, tirkî û erebî va bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan.
Nûnerê partiyên siyasî, hin sendîka û saziyên civaka sivîl û gelek welatî yên ku tevlî "nobeda demokrasiyê" bûn piştgirî dan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û slogana "FETOyê were hesab bide" avêtin.
- Batman
Welatî li pêşiya Walîtiya Batmanê û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr dicivin û "nobeda demokrasiyê" didomînin.
Mihemed Elî Bedrayê 10 salî û kekê wî yê Ehmed Bedra yê14 salî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revîne û xwe sipartine Tirkiyeyê jî nobedê digrin.
Ehmed Bedra got ku şerê li Sûriyeyê her tişt anî serê wan.
Bedra diyar kir ku ji zilma Esed revîne û xwe sipartine Tirkiyeyê û wiha got: "Heke Recep Tayyîp Erdogan destûr nedabûya me ciyekê me ku em biçûnayê tunebû."
- Erzirom
Li Erziromê bi hezaran welatiyên ku li Meydana Bajêr a Yaqutiyeyê civiyan hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin û marş û îlahî xwendin. Paşê jî li platforma ku danîne meydanê Qurana Pîroz xwendin.
Welatiyên ku tijî meydanê bibûn sloganên "Histûyê xwe xar neke Erzirom bi te ra ye", Recep Tayyîp Erdogan" avêtin.
- Qers
Li Qersê jî welatî li dijî hewla derbeyê ya FETOyê pêşiya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr civiyan.
Bi hezaran welatiyên ku li pêşiya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr civiyan FETO şermezar kirin û hewla derbeyê ya rêxistinê protesto kirin.
- Agirî
Li Agiriyê jî welatiyên li pêşiya walîtiyê kom bûbûn nobedariya ji bo demokrasiyê domandin û bi sirûdên ekîba mehteranê welatiyan alayên Tirkiyeyê di destê xwe da dihêjandin, drûşme diavêtin û FETOya hewl da dewletê bixe bin kontrola xwe protesto kirin.
Serokê Egîtîm-Bîr-Senê yê Şaxa Agiriyê Suleyman Gumuşer diyar kir ku derbe li hemberî îradeya hemû gel hatiye kirin.
- Erdexan
Welatî li ber şaredariyê nobedariya xwe ya ji bo demokrasiyê bi beşdarbûna mixtar, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yîn sivîl va didomînin. Di çalakiya dijî derbeyê ku bi pêşengiya "Platforma îdareya herêmî ya Erdexanê" va tê lidarxistin da lenet li Rêxistina Terorê ya Fetullahî anîn.
- Erzincan
Li Erzincanê jî welatî berteka xwe ya li dijî FETOyê bi nobedariya demokrasiyê va nîşan didin û kesên li Meydana Cumhuriyetê kom bûne sirûda neteweyî xwendin, tekbîr anîn, alayên Tirkiyeyê hejandin, lenet li hewldana derbeyê ya FETOyê anîn û bi yek dengî dirûşmeya "Recep Tayyîp Erdogan" gotin.

- Şanliurfa
Bertekên li dijî FETOyê wek çar aliyê welêt li Şanliurfayê jî didomin, bi hezaran welatiyên ku li Meydana Rabîayê kom bûn nobedariya demokrasiyê bi alayên Tirkiyeyê ku hildabûn va domandin.
Di çalakiya bi navê "Nobeta Demokrasî û Îradeya Neteweyî" ku Şaredariya Karakopruyê organîze kir da piştî nimêja eşayê ji bo kesên di hewldana derbeyê da şehîd ketin ra dia hat kirin.
- Mûş
Nobedariya ji bo demokrasiyê ku piştî hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî dest pê kir li Mûşê jî bi beşdarbûna welatiyan va didome.
Welatiyên ku li Meydana Şaredariyê kom bûn bi tekbîr û dirûşmeyan va nobedariya xwe domandin, alaya mezin a Tirkiyeyê vekirin û heta ber walîtiyê meşiyan û nobedariya xwe li wir domandin.
news_share_descriptionsubscription_contact
