27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Welatî ji bo ku bertekê nîşanî hewla derba FETO bidin, li giştiyê welêt nobeta xwe ya demokrasiyê didomînin.
- Enqere
Piştî hewla derba 15ê tîrmehê bi hezaran welatî li Meydana Kizilayê ji bo demokrasiyê nobedê digrin.
Piştî hewla derbê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bang kir û li Meydana Kizilayê bi hezaran welatî civiyan û îro jî nobedariya demokrasiyê dewam kir.
Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvan, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, parlementerên AK PArtiyê yên Enqerê û nûnerên hin rêxistinên civata sivîl jî li Kizilayê beşdarî nobedariya demokarsiyê bûn û li ser platformê silav dan gel, bertek nîşanî hewla derbê dan.
Di nobedariyê da peyamên yekîtî û bihevrabûnê hatin dayîn û ala hatin bakirin, pankartên tirkî û erebî hatin vekirin, li dijî derbê diruşme hatin berzandin.
Di nobedariya demokrasiyê da tîma mehterê konser jî da. Ji welatiyên ku şeva hewla derbê bi tankan ra têkoşîn dan Metîn Dogan û Mustafa Ozbey silav dan gel.
- Stenbol
Welatiyên Stenbolê jî li dijî hewla derba Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li semtên Stenbolê "nobedariya demokrasiyê" didomînin.
Welatiyan ber bi êvarê li Meydana Taksîmê tije kir û li dijî derbê bertekên xwe dan nîşan.
Li platforma ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daniye, helbestên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ku berê xwendine, dan guhdarîkirin. Welatî di destê xwe da ala nobed girtin û strana "Tikiyem" û "Ortagiz Bîr Namusa" gotin.
Li Meydana Ugur Mumcu jî "nobedariya demokrasiyê" hat girtin û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş û hin serokên navçeyan beşdar bûn.

- Wan
Li Qada Beşyolê ya Wanê "nobeta demokrasiyê" ya ku welatiyan piştî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dan destpêkirin, berdewam dike.
Piştî hewldana derbeyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, welatî li qadan kom dibin û digel alaya tirkan dûrişm berz kirin û hewldana derbeyê protesto kirin.
- Meletî
Welatiyên ku li Qada Hikûmetê civiyan alaya tirkan kirin destê xwe û tevî jin û zarokên xwe nobeta demokrasiyê girtin.
- Kilîs
Li Kilîsê welatiyan digel alayên tirkan li Qada Komarê civiyan, li hemberî hewldana derbeyê dûrişm berz kirin û tekbîr anîn. Di nobeta demokrasiyê da personelên Miftîtiya Bajêr dia kirin.
- Şanliurfa
Bertekên li dijî FETOyê wek çar aliyê welêt li Şanliurfayê jî didomin, bi hezaran welatiyên ku li Sêwrega navçeya Rihayê civiyan nobedariya demokrasiyê bi alayên Tirkiyeyê ku hildabûn va domandin.
Di çalakiya bi navê "Nobeta Demokrasî û Îradeya Neteweyî" da gelê Sêwregê li dijî FETOya Rêxistina terorê dirûşm berz kirin.

- Meraş
Li Meraşê jî welatî li qada bajêr nobeta demokrasiyê berdewam dikin.
- Adiyaman
Nêzî 30 hezar kesên ku ji berê êvarê pê va hatin û li meydana pêş Walîtiyê kom bûn alayên Tirkiyeyê û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi xwe ra anîbûn hewldana derbeyê protesto kirin û drûşme berz kirin.
- Gazîantep
Bi hezaran welatiyên ku di destê wan da alayên Tirkiyeyê hebû li Meydana Demokrasiyê ya Gazîantepê civiyan drûşmeyên wek "Serê xwe netewîne ev milet bi te ra ya", "Lêxe lêxe biteqîne bila Pensîlvanya bibîne" berz kirin.
- Erzirom
Di roja 12mîn a nobedariya demokrasiyê da welatiyên ku li Meydana Bajêr a Yakutiyeyê kom bûn lenet li hewldana derbeyê ya FETOyê anîn û alayên destê xwe da hêjandin, sirûdên neteweyî xwendin û di platforma li meydanê hatibû danîn da jî Qur’ana Kerîm hat xwendin.

- Îdir
Welatiyên ku nobedariya xwe ya demokrasiyê li ber Walîtiya Îdirê didomînin bi alayên Tirkiyeyê va beşdarî çalakiyên zanîngehê bûn û li wê derê Walîyê Îdirê Ahmet Turgay Alpman, Fermandarê Cendermeyan a Bajêr Albay Kahraman Dîkmen, Wekîlê Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Aydin Şanda, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Ahmet Tutulmaz û hîndekarên li zanîngehê jî di nav welatiyan da cih girtin.
- Erdexan
Li nobedariya demokrasiyê ya ku li ber şaredariyê bi sedan welatiyên ku gazî jî di nav wan de hebûn pêk hat û lenet li FETOyê anîn.