21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
ANKARA
Balyozxaneya DYAyê ya Enqereyê ji bo Abdullah Ocalanê serekê PKKya rêxistina terorê ku li Reqaya bajarê Sûriyeyê postera wî hat vekirin îfadeya "Şexsekî ku layiqê rûmetê nîne" bi kar anî.
Balyozxaneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da got: "Xilaskirina Reqayê ji bo hemû sûriyiyan qezencek e û helwesta me ya di vê mijarê da eşkere bû. Ji van aliyan hêviya me ew e ku bila ji tevgerên rageşiyê zêde bikin û yan jî wek êrîş bên hesibandin dûr bisekinin."
Daxuyaniyê da hat ragihandin ku DYA di têkoşîna li dijî terorê û ji bo zêdekirina îstiqrara herêmê ji nêz va bi Tirkiyeyê ra dixebite û wiha hat gotin: "PKK di nav lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî da cih digire û Ocalan jî ji ber tevgerên terorê niha li Tirkiyeyê di girtîgehê da ye. Şexsekî ku layiqê rûmetê nîne."