08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 20 kesên ku li bankayên cuda dixebitin û ByLock bi kar anîne de biryara binçavkirinê da, 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsina FETOyê da der barê 20 xebatkarên Bankaya Navendî, Bankaya Asyayê, Bankaya Îllerê û Bankaya Pêşketinê biryarê binçavkirinê hat dayîn.
Tîmên polêsan li ser vê operasyon da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ev kes beriya vê ji saziyên ku lê dixebitîn hatine îxrackirin.