21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ANKARA
Lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Dijî Qanûna Bingehîn ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêva dibe dewam dike.
Di vê çarçoveyê da der heqê 265 kesên ku di nav wan da kadroyên rêveberiya rêxistinbûyîna Enqereyê ya FETOyê jî hene da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li 20 bajaran operasyona hemdem
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê bi talîmata dozgeriyê va li 20 bajaran operasyona hemdem dan destpêkirin.
Di operasyonê da 60 kesên ku di nav wan da berpirsiyarên xwendekaran, nûnerên herêman û rêveberên rêxistinê hene hatin binçavkirin.
Operasyon dewam dike
Ji bo karûbarên îfadehildanê şikbar anîn Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê.
Hat ragihandin ku operasyon dewam dike û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.