13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
LONDRA
Petr Cechê qeleparêzê Arsenala tîma Lîga Premierê ya Îngilistanê di du beşan da ji bo sala 2017an ket Pirtûka Reqoran a Guinnessê.
Petr Cechê 34 salî di Lîga Premierê da di 181 pêşbirkan da qet gol nexwar û reqor şikand. Cech di du tîmên cuda da jî (Arsenal û Chelsea) bû qeleparêzê yekemîn ku "lepikê zêrîn" qezenc dike.
Petr Cechê ku bi eslê xwe çek e, di navbera salên 2004-2015an da qeleparêziya Chelseayê kir û piştî ku wek qeleparêz Thibaut Courtoisê ji Belçikayê hat transferkirin çûbû Arsenalê.
Gareth Barryê ku di tîmên Aston Villa, Manchester City û Evertonê da lîstiye jî ku di 580 pêşbirkan da qeleparêzî kiriye reqor bi dest xist û ket Pirtûka Reqoran a Guinnessê.