08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ADIYAMAN
Li Samsata navçeya Adiyemanê hefta borî erdhejeke ku lerza wê 5,5 çêbûbû û ji ber vê dibistan hatibûn tetîlkirin, xwendekar niha di konan de perwerdeyê dibînin.
Li navçeya Samsatê ji ber erdhejê AFADê li nêzîkî dibistanan cihên biewlehî kon vegirt û ji bo ku tê de perwerde bê dayîn kon hatin amadekirin.
Xwendekar, mamoste û weliyên zarokan li ber Pêşdibistana Navendî ya Samsatê kom bûn, piştî merasimê di konên ku hatine amadekirin de perwerdeyê dest pê kir.
Xwendekar bi kelecan ketin konan û ders girtin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mete Kizilkaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku piştî erdhejê wan navber daye perwerdeyê û wiha axivî: "Em îro cardin dest bi perwerdeyê dikin. Zarok pir bi kelecan in. Mamoste bila sax bin hatin li ser wezîfeyên xwe. Konên me hatin vegirtin. Her kes wê here pola xwe. Bi îzna Xwedê heta dawiya salê emê di konan de perwerdeyê bidin. Niha tu pirsgirêk tune. Zarok ji bo ku bilîzîn kelecan in. Emê di her mijarê de piştgiriya zarokên xwe bikin."