İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
VAN
Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê rêjeya zêdebûna pişîkên Wanê li gor par ji sedî 15 zêde kir.
Pirça pişîkên Wanê spî û wek hevirmûş e, rêvaçûna wan wek şêran e, dêla wan wek ya roviyan dirêj û qalind e û hesreta avê ne. Bi rengên cuda yên çavên xwe va ev pişîk li Wanê di nav nirxên herî girîng da ne. Ji bo zêdekirina populasyona pişîkên Wanê, ku li Vîllaya Pişîka Wanê tên parastin û xwedîkirin, xebat didomin û encamên girîng hatin bidesxistin.
Îsal li Vîllaya Pişîka Wanê ku di bin banê zanîngehê da hat avakirin, ji serê salê heta niha xebat hatin kirin. Pişîkan par 130 têjik anî, îsal hejmara têjikên wan derket 150yî. Li gor vê hejmarê rêjeya zêdebûna pişîkên Wanê li gor par ji sedî 15 zêde bû.
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Abdullah Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo dewamkirina nifşa pişîka Wanê wan gelek xebat kirin.
Kaya diyar kir ku wan îsal ji bo pişîka hewz çêkir û perwerdeya avjeniyê dan pişîkan û wiha dewam kir, "Derfetên me roj bi roj zêde dibin. Di sala 2018an da li gor par têjik ji sedî 15 zêde bûn. Ev ji bo me serkeftineke mezin e."
Kaya destnîşan kir ku digel hemû xebatan cisnê Pişîka Wanê di bin talûkeyê da ye.
Kaya diyar kir, hedefa wan ew e ku ew pişîkan li hev zêde bikin û serê malê pişîkekê bela bikin, seba vê jî ew ê xebatên xwe bidomînin.