ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Aniha rêxistina terorê PKK, çi bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî ra, çi bi PYDyê ra, çi bi DAÎŞê ra û çi jî bi YPGyê ra; ev pênc heb jî bi awayekî îndîrekt rêyên wan digehîjin hev, li hevdu dikin û xwedan qabîliyet in ku li hemberî Dewleta Komara Tirkiyê mişterek tevbigerin. Di nava rewşeke wisa da ne ku meriv dibêje qey di nava hev da karbeşî kirine. Me, ev di heyama hilbijartinê da pir baş dît. Me di gelek bûyer û rûdanan da dît ku jixwe bi daxuyaniyên xwe va jî carina xwe dan û didin dest."
Beşa duyemîn a hevpeyvîna Serokomar Erdogan ya ku da têlevîzyona Televisa a Meksîkayê hat weşandin.
Erdogan destnîşan kir ku dema di 15ê Tîrmehê da Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hewldana derbeyê kir, ew li Marmarîsê di roja dawiyê ya betlaneya xwe da bû û wiha dewam kir, "Dema me bûyer bihîst, me bi zehmetî li ser têlefonê peywendî danî. Min xwest ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê bangî gel bikim, lê piştî rûdanan min bi rêya 4 kanalên têlevîzyonê xwe gihand gelê tirk û ew vexwendin qadan."
Herwisa Erdogan di berdewama hevpeyvîna xwe da bal kişand ku ew di nava saet û nîvekî da ji ciyê ku lê bû, çû Stenbolê û jixwe di vê navberê da li balafirgeha Stenbolê jî di nava 2-3 saetan da qedera 20 hezar mirovî kom bibûn û wiha domand, "Dema ku li wir gel pêşewaziya me kir, firoke jî ji 200 mêtro bilindahiyê, nizm difirîn. Digel vê xelk dîsa jî ji ciyê xwe nalebite, camên avahiya termînalê diteqin, ew dîsa jî li wê derê ne. Ez bi xelkê xwe serbilind im. Ez li pêşberî vê sekna gelê xwe bejna xwe ditewînim."
Erdogan li ser pirsa, gelo têkiliya vê hewla derbê bi PKKya rêxistina terorê ra heye an na, wiha got:
"Vê gavê PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz, Rêxistina Terorê ya Fetullahî, PYD, DAÎŞ û YPG, ev her pênc jî rast e rast nebe jî di gelek ciyan da wek hevdu hereket dikin. Li dijî Dewleta Komara Tirkiyê bi hev ra hereket dikin. Lê weke ku her yekî wezîfeyeke wî hebe, wisa tevdigerin. Me ev di dema hilbijartinê da bi awayekî eşkere dît. Em di gelek bûyeran da jî rast tên û dibînin. Bi daxuyaniyên xwe va jî jixwe car caran xwe dan der û didin der. Ev helwest û sekna me van dide sekinandin. Lê em biryardar in û em ê di ser wan da biçin. Ji bo nimûne Fetullah li Pensîlvanyayê daxuyaniyê dide, di daxuyaniya xwe da çi dibêje? Dibêje 'Dewleta Komara Tirkiyê alîkariyê dide DAÎŞê'. Binêrin di vê mijarê da tiştekî din dibêje. Em li dijî DAÎŞê vê gavê têkoşîneke pir ciddî didin, lê dibêje ku ev piştgiriyê didin DAÎŞê, weke welatekî ku piştgiriyê dide DAÎŞê dide nîşan. Ev helwest pir girîng e û dide nîşan ku ew alîgiriya kê dike. Min bi xwe ji Birêz Obama ra got, 'Binhêrin hûn radibin ji bo Kobanê behsa alîkariya çekan dikin, alîkariya çekan nedin vê derê, nîvê çekan ji PYDê, YPGê ra here, nîvê din jî wê ji DAÎŞê ra here.' Qaşo ew li dijî hev in, wisa didin nîşan. Weke ku min got nîvê çekan ji DAÎŞê ra nîvê din jî ji YPGê ra, PYDê ra çûye. Welatê me ev daxuyand, rêvebiriya me ev daxuyand."
"Em ferqê naxin nav rêxistinên terorê"
Serokomar Erdogan li ser pirsekê got ku ew ferqê naxin nav rêxistinên terorê, ev ne mumkun e, ew van rêxistinan hemûyan lenet dikin.
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku serkêşê FETOyê Gulen di sala 1999an da çû DYAyê û li Pensîlvanyayê li ser eraziyeke 400 donimî pêk tê bi cih bû got ku ji bo îadekirina Gulen belgeyên hewce dikin ji ser pergala elektronîk şandine û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û nûnerên taybet ji bo meseleyê wê biçin DYAyê û wuha got: "Lewra ev ji bo me meseleyeke pir girîng e, meseleyeke pir muhîm e."
"Rewşa derasayî pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyeyê ye"
Erdogan destnîşan kir ku di encama hewla derbeyê ya 15 tîrmehê da 237 kes şehît ketin, 2 hezar û 191 kes birîndar bûn û wiha dewam kir: "Ev tabloya xedar li pêş çavan e, Meclis hatiye bombekirin, Qesra Serokomariyê hatiye bombekirin, Serokwezîrî hatiye bombekirin, avahiya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, avahiya Hêzên Taybet hatiye bombekirin û li wir 52 polêsên me şehît ketine hê jî radibin û ji me ra dibêjin 'We çima rewşa derasayî îlan kiriye?' Emê çi demê bikin, piştî ku Tirkiye top avêt? Tiştekî wiha dibe. Ev pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye biryara me ye û qirarê xwe em didin. Fransayê çi kiriye? Çûye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serî lê da û daxwaza wê qebûl kirin û heq dan Fransayê gava ku Tirkiyeyê avêt jî ev e.
Lê dema ku li Fransayê 3 kes, 5 kes, 10 kes ji hêla terorîstan va hatin kuştin bi hezaran kes di qada navneteweyî da siyasetmedaran dewet kirin û li kolanên Parîsê meşiyan. Ez jî niha dipirsim, di têlefonê ku ji me ra dikin da dibêjin 'derbasî be', 'em li ber ketin', 'di têkoşîna demokrasiyê da em bi we ra ne' gotineke rehmetiyê bavê min hebû li ba me ev gotin tê zanîn dibêjin 'Bavê te mir serê te sax be, digot kurê min ez serê bê bav pê çi bikim?"
Erdogan got ku nêrînên wiha baş nabîne û wiha axivî: "Bira dinya kerema xwe vê wekî gazineke demokratîk qebûl bike."
Ji Serokomar Erdogan pirsîn ku "Li Tirkiyeyê rewşa derasayî hat îlankirin û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo demekê ji rewacê hat rakirin, hûn çima wisa dikin? li ser vê Serokomar destnîşan kir ku ji bo ku karên pêvajoya qanûnî bi lez bimeşe rewşa derasayî hat îlankirin.
Erdogan diyar kir ku kar çaxa di dema xwe da nemeşin meriv nikare pêşda here û wiha got: "Mêze kin nika li Fransayê rewşa derasayî heye an tune? Heye. 3+3+6 meh bi tevahî salekî rewşa derasayî îlan kirin. 6 mehên ewil xilas bûn nika dest bi 6 mehên din kirine. Li eyaletên Amerîkayê di dewsa rewşa derasayî da rewşa awarte îlan kirin an na, îlan kirin. Almanyayê jî li Bawyerayê îlan kir."
Bûyerên li Sûriyeyê
Erdogan rewşa dawîn a li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku li welêt hem li dijî rejimê hem jî li terorîstên li hember têkoşîn tê dayîn. Erdogan got meriv nikare bi tenê DAÎŞê wek rêxistina terorê qebûl bike û yên ku li DAÎŞê xwedî derdikevin jî terorîstên baş nîşan bide û wiha axivî: "Ez ji bo wê dibêjim û di hemû civînan da tînim ziman ku; werin em danasîna nasnameya terorê carekê dîsa bikin. Ku nasnameya danasîna terorê teze bikin û wê çaxê binesaziya platforma têkoşînê ewê bê avêtin. Lêbelê mixabin nika platforma têkoşînê tune û di vê da serkeftî nabin."
Erdogan bal kişand ku El-Nusra ji El Qaîdeyê veqetiya û ev pêvajoyek e ku dibê bi taybetî bê nirxandin. Erdogan bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo ji musîbeta rêxistinên terorê xilas bibin dibê hemû yan di serî da binirxînin û li dijî wan helwesteke hevpar nîşan bidin.
- "Zirar wê bilez bê defkirin"
Erdogan got ku gelek kes reviyane derveyî welêt û yên ku neçûne hatine girtin û wiha dewam kir: "Niha qasî 20 hezar kes hatine binçavkirin, 10 hezar kes hatine girtin. Dadgehê hê der barê wan de biryar nedaye, heta biryar eşkere bibin rewşê xuya bike. Me derbe têk bir û ji bo ku piştî vê em di bin kontrolê de bigrin, daraz dînamîk û li ser xwe sekinî û eleqeya xwe û teşkîlata polêsan baş rê ve bir. Hêzên me yên Çekdar ên Tirk jî niha xebateke baş dikin. Piştî vê rewşê him esker û polêsên me û him jî dewleta me divê ji nû ve bê sazkirin."
Erdogan destnîşan kir ku bi nûsazkirinê ve zirar wê bilez bê defkirin û wê li hember daraz û hiqûqê gav neyên avêtin.
Erdogan der barê hevdîtina xwe û serokên partiyan de jî wiha axivî: "Me der barê zagon, qanûn û rewşa derasayî de qasî 2 saet û nîvan xeber da û divê kîjan gav bên avêtin me tespît kir. Bila sax bin gotin ku çi hewce dike ew amade ne ku piştgiriyê bidin."
news_share_descriptionsubscription_contact
