Sevim Hatun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
HELEB
Berdevkê Ehraru’ş Şamê Omer Xettab ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Terorîstên PYDyî ji bo bikevin navçeya Daret Îzzeyê, bi şev êrîş li dar xistin. Şer ji du saetan zêdetir kişand."
Xettab got ku êrîşek zehf giran çêbû û wiha dewam kir: "Terorîstan bi çekên giran êrîş li dar xist. Me bi bi piştevaniya komên muxalif ên li herêmê bertek nîşanda û ew qewirandin."
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku PKK/PYDyê wexta operasyonê bi topên hawanê êrîşî gundê Kefer Kalbîn û Hawwar Nahrayê jî kiriye.
Rêxistinê nêzî 39 hezar û 500 kîlometreqereyê Sûriyeyê dagirkiriye. Ev jî teqabulê ji sedî 23yê tevahiya Sûriyeyê dike, ango ji sedî 65 sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ye.