10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
Hat îdiakirin ku Sertîp Polatê tê îdiakirin ku di operasyona li Sîlvana navçeya Diyarbekirê ya ser terorîstên ku bergirî danîn û xendeq kolan de hat kuştin, bi destê rêxistina terorê hatiye înfazkirin.
Bav Nîzam Polat parast ku terorîstan li Sîlvanê kurê wî kuştin û li Lîceya Diyarbekirê ew defin kirin û ji bo ku sedema kuştina kurê wî bê diyarkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlvanê da û xwest ku otopsiya wî bê kirin.
Bav Polat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kurê wî kesekî bawermend bû, ew hînê nimêjkirinê û xwendina Qur'ana Pîroz kiribû, nimêjên xwe yên şevê jî tu carî nediterikand û kurê wî diçû mizgeftê.
Polat got "Çi kirin nekirin nekarîn ku min bînin ser îdeolojiya ku jê bawer dikin. Em bi hin tiştan tehdît kirin, heta gotine gundiyên me ku 'em heta vê mêrikê nekujin em dê rehet nebin'. Gotibûn 'Ji ber ku em tenê wî nikarin ji dînê wî paş bixin û ew dev ji dînê xwe bernade' û emrê kuştina min dabûn." û da zanîn ku li dibistan û hawirdorê her kesê gelekî ji kurê wî hez dikir.
- "Esrar dan kurê min. Eqil di serê wî de nehiştin"
Polat qal kir ku mamosteyê kurê wî ji ber terbiyeya wî ya îslamî gelek ji kurê wî hez dikir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Van dîtin ku ez serî li ber wan natewînim û vê carê bi deq û dolaban hewl dan ku kurê min û keçên min bixapînin, vê mirovê ji mala me derxistin. Wî kirin dijminê Xwedê, Resûl û me. Esrar danê. Eqil di serî de nehiştin. Çavsorî dibû, hewl dida ku êrîşî min bike. PKKyê eqil û hiş di serê wî de nehişt, dijî me derdiket. Em li cem wî xirab nîşan dan, li ba min jî nediaxiviya lê hatibû asteke wisa ku dijî min derdiket. Heta carekî bi çeka xwe hatibû malê ku min bikujîne."
Polat qal kir ku kurê wî van demên dawîn baş bibû, poşman bibû û rêxistina terorê zilmê li kurê min û me dikir.
Polat destnîşan kir rêxistina terorê xwest ku kurê wî kesekî ku ji rêxistinê veqetiya bikuje lê belê kurê wî dijî vê yekê derket û qal kir ku ji ber vê yekê kurê wî di nav rêxistinê de wekî xaîn hat îlankirin.
Polat da zanîn ku kurê wî tehdît kirin û gotinê ku em dê zirarê bidin malbata te. Polat diyar kir ji bo ku kurê xwe ji rêxistinê xilas bike gelekî hewl da.
- "Naxwazin ku rastî derkeve holê"
Polat da zanîn ku nekarî ku cinazeya kurê xwe yê ku rêxistinê ew kuşt bistîne, rêxistinê kurê wî li navçeya Lîceyê binax kir û daxuyand ku bi vê rêyê naxwazin ku rastî derkeve holê.
Polat wiha axivî: "Xwedayê min em dixwazin ku êdî ev gel hişyar bibe û ji planên van agahdar bibe. Em dixwazin ku em bigêhêjin rizayê îlahî û hîdayetê. Em naxwazin ku dijminên me jî ezabê bikşînin, em mirovên wiha ne. Zirarê me negihaye tu kesî jî. Em hemaliyê dikin, heke em 3 rojan nexebitin em birçî dimînin. Em ne wekî wan in. Em ji wan kesên terkûselat, yên ku Xwedê nas nakin û misilmanan dikujin nînin."
- Dixwaze ku otopsiya kurê wî bê kirin
Polat got "PKKyê kurê min ji dîn û îmanê, ji perwerdeyê, ji namûsa wî, qubleya wî û ji mala wî kir. Tekane hêviya me poşmanbûna wî bû lê wî xaîn îlan dikin û ji piştê ve lêdixin û wî dikujin." û wiha axivî:
"Dema me bihîst ku ew kuştine min birayê xwe şand wir. Qedexeya derketina derva jî hebû, lê belê wir qet pevçûn çênebibûn. Me cinazeya xwe xwest lê belê nedan. Heke bidana me dê ew li Sîlvanê binax bikira. Qet nebûya diya wî dikariya biçe ser gora wî. Ev dê ji bo me jî bibûya sebrek lê van zaliman cinazeya kurê min nedan. Ew li Lîceyê definkirin. Hêviya ji dewletê ew e ku di vê mijarê de arîkariya me bike. Em dixwazin ku ji bo kurê min ê ku li Lîceyê hat definkirin otopsî bê kirin. Kurê min li Sîlvanê tê kuştin lê çawa dibe ku ji vir bêyî ku tu miameleyên fermî bê kirin wî dibin Lîceyê. Em dixwazin ku dewlet di vê mijarê de arîkariya me bike."