29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
SÎÎRT
Li Uludereya navçeya Şirnexê Kerem Turkdogan (39) wexta ku diçû serdana leşker, rastî êrîşa terorîstên PKKyî hat û mir. Turkdogan li pey xwe jinek û 5 sêwî hiştin.
Selahattîn Turkdoganê bavê şehît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew serbilind e ku bavê Kerem Turkdogan e.
Turkdogan diyar kir, Keremê kurê wî ji bo ziyareta bûrayê xwe yê leşker di rê da rastî êrîşa bibombe ya terorîstên PKKyî hat û mir û êşa kurê wî ji bîra wan naçe.
Turkdogan diyar kir "Şikir ji Xwedê ra, bira serê dewlet û milletê me sax be. Ez bi şehîdê xwe serbilind im. Kurê min şehîd ket. Em ji Xwedê ra şikir dikin û serbilind in" û got ku merteba kurê wî herî bilind e.
"Xwedê da û dîsa Wî stand
Turkdogan got ku kurê wî yekê xêrxwaz bû alîkariya hemû kesên derdora xwe dikir û wiha pê da çû: "Kerem yekî pir hêja bû dîn û diyaneta xwe baş zanibû. Hema bêje qet qisûrê wî tunebû, bi herkesî ra heval bû û mirovekî pir hêja bû. Heta îro min tu car gilî û gazin ji kurê xwe nekir. Ji dê û bavê xwe re hurmetkar bû. Xwedê da û dîsa Wî stand. kurê min Kerem 39 salî bû pênc zarokên wî hene, ezê her pênc zarokên wî jî wek wî xwedî bikim."
"Şehadet bû nesîbê birê min"
Abdulhadi Turkdoganê birayê Kerem Turkdogan jî diyar kir ku di şûna birayê xwe da ewê biçûya Uludereyê lê li hev nehat û ji ber vê jî di dema dawîn da birayê wî çû û wiha dewam kir: "Xwezî ez biçûma lê şehadet bû nesîbê birayê min. Ji ber ku xezûrê min bû divê ez biçûma."
"Min got 'babo em bibêjine qerekolê'. Babê min got 'bêhnekî bisekine belkî em bigihinê li ser vê em sekinîn. Paşe jî xebera teqîna bombeyê hat. Ezê herim lê nehêla û ew çû. Xweziya şûna wî ez çûbûma. Hingê qet nebe ev 5 êtîm nediman."
- "Mafê wan nebû ev zarok bikirana êtîm"
Ji welatiyan Servet Gulmez jî bertek nîşanî êrîşên terorîstên PKKyê da û wiha axivî:
"Dîn û zimanê terorê tuneye. Lazim e hinek kes derkevin û vê tiştê êdî îzah bikin. Xwedê ji wan kesan ra nehêle yên ku ev zarok êtîm hêlan."
Huseyîn Kellecî û zavayê wî Kerem Turkdogan ji bo ku kurê xwe yê ku li Andaça gundê navçeya Şirnexê leşkeriyê dike bibînin bi wesayîta xwe ji Baykana navçeya Sêrtê bi rê ketibûn. Dema diçûn Şirnexê di rê de teqemeniya ji aliyê ku terorîstan va hatibû bicihkirin teqiyabû û di êrîşê de Kerem Turkdogan miribû û zava Huseyîn Kellecî jî giran birîndar bûbû.