10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Mensûbên PKKya rêxistina terorê guleyên tacîzê berdan Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin duh dora saet 19.30yan de komeke terorîst bi çekên lûledirêj guleyên tacîzê berdan Nexweşxaneya Leşkerî ya li Taxa Yenîşehîrê.
Di êrîşê de tu kes nemir û birîndar nebû, camên hêwana xwarin û civînê û kûlubeya nobedar şikestin, guleyan îsabetî hin dîwaran kir.
Ji bo girtina terorîstên ku piştî êrîşê reviyan bên girtin li herêmê operasyon dan destpêkirin û ev operasyon hê jî berdewam dike.