01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
MERSİN
Terorîstê PKKyî yê hat tespîtkirin li Mêrsîn û Edenê plana çalakiya bibombe dike û li Denizliyê di xaniyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parelel (FETO/PDY) da dimîne hat qefaltin.
Midûriya Ewlekariyê ya Mêrsînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, rêxistina terorê ya ku li Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê piştî qedexeya derketina derva û operasyonên hêzên ewlekariyê li herêmê asê ma, ji bo xwe xilaskirinê hewl dide ku li bajarên rojava yên welêt kaosê derxîne û welêt bike gola xwînê. Hêzên Têkoşîna bi Terorê ra gihiştin vê îstîxbaratê.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku endamên PKK/KCKya rêxistina terorê ji bo li Mêrsîn û Edenê çalakiyan li dar bixin, xebatê dikin. Li herêmên ku plandikin lê çalakiyan li dar bixin çek, muhîmat û teqemenî binerd kirine.
Di çarçoveya agahiyên îstîxbaratê û kordînekirina Serokatiya Herêmê ya MÎTê da hat tespîtkirin ku D.Kyê mensûbê PKK/KCKya rêxistina terorê li Denizliyê di "Xaniyê Ronihiyê" (İşik Evî) yê FETO/PDYyê ku E.A., T. P. û A.K. lê dijîn da dimîne. D.K. di operayona 23yê nîsanê da li vir hat qefaltin. Herwiha E.A., T. P. û A.K.yê ku endamê rêxistinê hewandin jî hatin binçavkirin.
- Teqeminiyên di binerdê da veşartibûn hatin tespîtkirin
Di çarçoveya operasyonê da, li ser ereziyê Tarsûsa navçeya Mêrsîn û Pozantiya navçeya Edeneyê lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê da 5 kîlogram teqemeniyê plastîk ê C4, 4 keleşnîkof, 16 şarjor, 575 gule, 10 bombeyên destî, 5 funyeyê agirkirinê û xefikeke bi têlefona desta hatiye çêkirin hatin dîtin.
Herwiha di daxuyaniyê da wiha hat ragihandin, di xaniyê li Denizliyê da gelek kitêb û kasetên Fettullah Gulenê serokê FETOyê hatin desteserkirin, D.Kyê terorîstê PKKyî yê ku derxistin pêşiya dadger jî hat girtin. Hat diyarkirin ku E.A, T.P û A.Kyê di xaniyê FETO da diman jî piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.