15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê terorîstên PKKyî merivek û kurê wî revandibû. Cesedê herdu kesan li çola Hezroyê hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, terorîst êvarê hatin Omer Mazlum û Musa Mazlumê kurê wî yên ku li Hecî Cemîla goma Kabakayaya gundê Licê jiyana xwe didomandin ji malê revandin.
Haya cendirmeyan hat pêxistin û cendirmeyan ji bo dîtina bav û kur û derdestkirina terorîstan xebat dan destpêkirin.
Di encama xebatan da cesedê bav û kur di navbera Ormankaya û Çîftlîkbaxçeya gundên Hezroyê da hat dîtin.
Piştî lêkolîna ewil cesedê Omerê bav û Musa Mazlumê kur ji bo otopsiyê şandin Diyarbekirê.
Wek mayîn tê gotin ku malbat berê ji hêla terorîstan hatiye tehdîdkirin.
Li herêmê operasyon dewam dike.