01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
HESEKE / ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê ji bo milîtanên xwe yên li Minbica li rojavayê Çemê Feratê veşêre hewl dide ku du komên bi navê "Lîwaya Teyrên Bazê Minbicê" û "Lîwaya Teyrên Bazê Bakur" ava bike.
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ji bo li Minbica ku qederê 2 meh berê bi alîkariya esmanî ya DYAyê sitend bimîne li çareseriyê digere.
PYD/PKKya ku dixwaze hebûna xwe ya li Minbicê veşêre navê "Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê" diemilîne û îdia dike ku ji xeynî milîtanên wan gelek hêz di nav vê komê da hene.
Piştî ku Tirkiyeyê serî da ser DYAyê û ket zorê, PKK/PYD dixwaze hin planên din bike dewrê.
Rêxistina terorê li Qamişloya navçeya Hesekeyê di hin destgehan da bi sedan alayên ji bo 2 rêxistinên xwe yên paravan dan çêkirin.
Li ser alayeke ku nûçegihanê AAyê bi dest xist "Lîwaya Teyrên Bazê Minbicê", li ser yeke din jî "Teyrên Bazê Bakur" hatiye nivîsandin.
Li ser herdu alayên PYD/PKKê jî xeteke ku Çemê Feratê temsîl dike heye, rengê qumaş zer e û nivîs jî bi rengê kesk hatine nivîsandin.
Rêxistina terorê kontrola xeta sînor a li Heseke, Kobanê û Efrînê hildaye destê xwe. Rêxistin hewl dide ku ji bo armanca xwe li rojavayê Feratê jî pêşda here û di bin navê "têkoşîna dijî DAEŞê" da li Minbicê û xeta Cerablus-Ezezê jî cî bigre. PYD/PKK hewl dide ku bi vê xebatê va sînorê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê biqetîne.