Haydar Şahin
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
EDIRNE -
Qaçaxekî welatiyê Efxanistanê di Çemê Merîçê da xeniqî.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitandin, qaçaxekî ji Efxanistanê li tanga Ahirkoya Îpsalayê dema ji Çemê Merîçê derbas dibû xeniqî. Qaçaxekî din ê welatiyê Efxanistanê kesê ku xeniqî ji avê derxist. Eskerên Yekeya Hidûd bûyer dîtin û haya cendirmeyan pê xistin.
Qaçaxê ji Efxanistanê di îfadeya xwe da îdia kir ku di Çemê Merîçê ra derbasî aliyê Yewnanistanê bûbûn, dewriyeyên Yewnan ew bi aliyê Tirkiyeyê va kaş kirin û hevalê wî di avê da xeniqî.
Cinazeyê qaçaxê ku xeniqî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îpsalayê, qaçaxê din jî şandin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Edirneyê.