Haydar Şahin
22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ANKARA
Hedefa bi destê Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê (DKMP) ya Wezareta Daristan û Karûbarên Avê wekî parka neteweyî îlankirina qada Şerê Meydana Milazgirê ew e ku hesta netewebûnê qewîn bikin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku Parka Neteweyî ya Dîrokî ya Şerê Meydana Milazgirê 5 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê, 70 kîlomêtre dûrî Bidlîsê û 130 kîlomêtre dûrî Mûşê ye.
Di 26ê tebaxa 1071ê da artêşa Bîzansê ya di fermandariya Romanos Dîogenesê Împaratorê Bîzansê da û artêşa Selçûqiyan a di fermandariya Siltan Alparslan da li Milazgirê derketin hemberî hev û şer kirin. Di Şerê Medyana Milazgirê da Selçûqî bi ser ketin. Meydana ku lê şer hat kirin bi biryara Lijenaya Wezîran a 17ê adara 2018an a ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin va wekî parka neteweyî ya 43yan hat îlankirin.
Hedefa vê parka neteweyî ew e ku hesta neteweyî qewîn bike.
Li gor pîlana demdirêj a ji bo Parka Neteweyî ya Şerê Medyana Milazgirê hat amadekirin di nav xebatên ku li qada dîrokî were kirin da ev tişt hene:
"Deriyê ketinê, rêya fethê, mescid, qada merasimê, meydan, qada kombûn û îkramê, nimêjgeh, pîsta firokeyan, qada etnosporê, oropark, qada jiyanê ya temaya wê wekî dîrokê hatiye çêkirin, qada nîşandana Şerê Medyana Milazgirê (Teqdîka turan, meydana şer), abîde, navenda danasînê, muze û mînyatur, qada rekreasyonê û avahiya îdareyê."