Önder Beyter
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ANKARA
Lijneya Bala ya Hilbijartinê ragihand ku qedexeya weşanê ya li ser encamên Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an wê di saet 18.45an da rabe.
Piştî ku hat zanîn li hemû binkeyên dengdayînê, miemeleya dengdayînê bi dawî bû, Lijneya Hilbijartinê bi erkê Destûrê û qanûnên hilbijartinê va biryar da ku qedeqeya weşanê ya li ser encaman, ji saet 21.00an, berjêrî 18.45an be.
Ji ber vê qasê dezgehên weşan û çapemeniyê ji saet 18.45an pê va encamên hilbijartinê diweşînin.