Nihat Kavşut
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Real Madridê di Kûpaya Super ya UEFAyê da Manchester Unitedê 2-1 têk bir û Kûpaya Super ya UEFAyê qezenc kir.
Pêşbirka Kûpaya Super ya UEFAyê li Uskupa paytextê Makedonyayê hat lîstin û Real Madrida tîma Îspanyayê ya sezona berê di Lîga Şampiyonan da bû şampiyon û Manchester Uniteda tîma Înglistanê ya di Lîga Ewropayê da bi ser ket hatin pêşberî hev.
Di deqîqeya 24an da bi gola Casemiro tîma Real Madridê 1-0 bi pêş ket.
Real Madridê di deqîqeya 52yan da bi gola Isco ferq kir 2-0.
Di deqîqeya 62yan da Manchester Unitedê bi gola Lukaku skorê kir 2-1.
Di encama pêşbirkê da Real Madridê reqîbê xwe 2-1 têk bir û Kûpaya Super ya UEFAyê qezenc kir.