İbrahim Atmaca
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
MADRÎD
Di hefteya 24emîn a Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Sipaniyayê (La Lîga) da Real Madrîdê di deplasmanê da Real Betîs 5-3 têk bir.
Real Madrîd li Stada Benito Villamarinê bû mêvanê Real Betîsê. Di deqîqeya 11emîn a pêşbirkê da bi gola Marco Asensio va ekîba Madrîdê 1-0 bi ser ket.
Real Betîsê jî di deqîqeya 33yan da bi gola Aissa Mandi va skor kir 1-1. Di deqîqeya 37an da ji Real Madrîdê Nacho gola avêt qeleya xwe û nîvê ewil 2-1 bi serketina Real Betîsê va kuta bû.
Di deqîqeya 50yî da Sergio Ramos gola wekheviyê avêt û skor bû 2-2. Real Madrîdê di deqîqeya 59em da bi gola Asensio va 3-2 pêş ket. Di deqîqeya 65em da Cristiano Ronaldo gola 4emîn avêt.
Ji Real Betîsê Sergio Leon di deqîqeya 85em da ferq kir 1 (3-4).
Karim Benzema di deqîqeya 89em da şûna Ronaldo kete pêşbirkê û di deqîqeya 90+2yan da gola 5emîn avêt û Real Madrîdê 5-3 qezenc kir.
Real Madrîdê bi vê skorê va pûanê xwe derxist 45an, pûanê Real Betîsê di 33yan da ma.