24 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
BRUKSEL
Li Bruksela paytexta Belçîkayê ya ku him saziyên Yekîtiya Ewropayê û him jî NATOyê lê ye vê heftê wê him bernameya alîgirên PKKya rêxistina terorê û him jî kongreya PYDê ya qaşo Ewropayê lidarxistin.
Li Belçîkayê îznê ji bo lidarxistina qaşo bernameya çandî ya ku nuneriya HDPê û hin komeleyên tê zanîn nêzî rêxistina terorê ne dixwestin li dar bixin ji hêla Şaredariya Brukselê va hatibû betalkirin. Lê organîzatorê bernameyê îtiraz li vê biryarê kir û ji bo çalakiyê destûr hilda. Bername wê li navenda Brukselê bê lidarxistin.
Qaşo Kongreya Ewropayê ya PYDya rêxistina terorê jî li Anderlechta bajaroka Brukselê wê bê kirin. Di bernameya ku wê du rojan dewam bike da hevserokên Giştî yên PYDê Salih Muslîm û Asya Evdila jî wê beşdar bibin û polêsên Belçîkayê jî wê berpirsyarê ewlehiya bernameyê bin.
Di nav welatên Ewropayê da rêxistinên terorê PKK û DHKP-C herî lê zêde li Belçîkayê kar û bar dikin. Li welatê ku serkêşên rêxistinên terorê jî hene qanalên têlevizyonê yên rêxistinan jî weşanê dikin. Li hemberî PKKê herî dawîn di sala 2010î da operasyon hatibû kirin.
PKK di lîsteya rêxistinên terorê yên YEyê da cih digire lê ji ber ku Belçîka dijî rêxistinê gavan navêje rastî berteka Tirkiyeyê tê.