23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li dinyayê ji ber şer, tundî û gelek bûyerên din di sala 2016an de her saniyeyekê carekê kesek ji cihê xwe bû.
Li gor rapora Konseya Pênaberan ya Norwêcê, jimara kesên ku di nav welatê xwe de ji cihê xwe bûne ji penaberên derva zêdetir bûye.
Di raporê de hat gotin ku li dinyayê par 31,1 milyon kes di nav welatê xwe de ji cihê xwe bûne. Ev jî nîşanî dide ku saniyeyekê carekê kesêk ji cihê xwe bûye.
Li gor raporê di nav welatan de herî zêde li Komara Kongoya Demokratîk 922 hezar kes ji cihê xwe bûne. Bi 824 hezar kesî va Sûriye di rêza duyemîn de ye. Piştî van welatan bi 659 hezar kesî va Iraq, bi 653 hezar kesî va Efxanistan, bi 501 hezar kesî va Nîjerya û bi 478 hezar kesî va jî Yêmen tê.