Türkan Tosun
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
MÛŞ
Pegasusê di navbera Mûş û Îzmirê de seferên balafirê dan destpêkirin.
198 rêwî ji Îzmirê bi balafirê çûn Mûşê, ji hêla Ahmet Ozkanê Qaymeqamê Haskoyê û Amirê Mulkî yê Balafirgehê û Semîh Tirpancayê Midûrê Balafirgehê li Balafirgeha Mûşê hatin pêşwazîkirin.
Ozkan daxuyand ku Mûş bi salan e li benda van seferan bû, lê îro ev xeyal pêk hat.
Ozkan got ev xizmet bila li ser xêrê be û wiha axivî: "Ji vir pê va welatiyên me wê di 2 saetan de herin Îzmirê. Di nav hefteyê de 4 rojan ev sefer wê bên kirin."
Rêwî Mehmet Akar jî got welatiyên ku diçûn Îzmirê berê gelek zehmetî dikişandin lê niha rehet e û spasiya rayedaran kir.