01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
BITLÎS
Sporvanên ji Tetwanê yên ku di şampiyonaya Mûay Thaiyê ya li Rûsyayê de Tirkiyeyê temsîl kirin, dereceya duyemîn û sêyemîn a dinyayê qezenc kirin.
Sporvanên milî Murat Arslan û Abduselam Kurtê ku di Şampiyonaya Kûpaya Dinyayê ya Mûay Thaiyê ya li Rûsyayê de navbera 19-27ê mijdarê de Tirkiye temsîl kirin, vegeriyan memleketê xwe.
Sporvanên milî tevî antrenorê xwe Omer Ugur Midûrê Navçeyê yê Spor û Xizmetên Ciwaniyê yê Tetwanê Şahîn Kardaş ziyaret kir.
Kardaş got ku em bi serkeftina sporvanên milî yên tetwanî serbilind in û wiha dewam kir: "Sporvanên milî Murat Arslan û Abduselam Kurt di Şampiyonaya Kûpaya Dinyayê ya Mûay Thaiyê ya li Rûsyayê navbera 19-27ê mijdarê de, Tirkiye temsîl kirin. Ji sporvanên me yek bû duyemîn yê din bû sêyemînê dinyayê. Ji bo vê serkeftina sporvanan sipasiya mamoste Omer û sporvanên me dikim."