Nihat Kavşut
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku serlêdanên ji bona eskeriya bi dowîzê dest pê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin kesên dikarin ji xizmeta eskeriya bi dowîzê îstifade bikin wê ji ser malpera https://dovizle.msb.gov.tryê bikevin "Portala Perwerdeya Ji Dûr Va Ya Eskeriya Bi Dowîzê Ya Wezareta Parastina Neteweyî" û wiha hat gotin: "Welatiyên me yên bikevin vê malperê û bernameya perwerdeya ji dûr va temam bikin û gorî qanûnê belgeyên tên xwestin teslimî konsolosxane yan jî balyozxaneyan bikin wê xizmeta eskeriya bi dowîzê xilas bikin."