Abdullah Tel
04 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Mizgefta Yildiz Hamîdiyeyê ya ku Siltan Evdilhemîdê 2yemîn di sala 1885an da bi mîmar Nikolaidis Jelpuylo dabû çêkirin, piştî restorekirinê wê îro bi nimêja înê ji îbadetê ra bê vekirin.

Midûrê Herêma 1ê ya Weqfan ê Stenbolê Mursel Sari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku restorekirina Mizgefta Yildiz Hamîdiyeyê ya di hezîrana sala 2013an da dest pê kiribû, êdî qediya û mizgeft ji bo îbadetkirinê amade ye.

Mursel got ku mizgeft wê di nimêja înê da bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bê vekirin.